Ukraynayê depoya petrolê ya rûsî bombe kir

28 July 2024 15:41 0 dîtin
Ukraynayê depoya petrolê ya rûsî bombe kir

PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê, bi dronan êrîşî depoyeke petrolê ya rûsî kir û 3 tankên petrolê şewitîn.

Hate ragihandin ku Ukraynayê bi dronan li herêma Kursk a Rûsyayê êrîş biriye ser depoyên petrolê ku 3 tank şewitîne û kesek jî birîndar bûye.

Herwiha hatiye ragihandin ku di encama êrîşê de ziyan gihîştiye hejmarek xaniyên welatiyan jî.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku bi sîstemên parastina asmanî 2 dron hatine îmhakirin..