Umîd Xosnaw: “Em di gihandina ziyaretvanên ‘Tevgerên Erbeîn’ de serkeftîne”
PeyamaKurd – Parêzgerê payîtexta Herêma Kurdistanê yê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji bo çapemeniyê ragihand ku Herêma Kurdistanê di mijara gihandina ziyaretvanên ku ji Îranê derbasî Kurdistanê dibin û rêvebiriya Kurdistanê wan digihîne heya bajarên Necef û Kerbelayê de serkeftîne.
Parêzger Umîd Xoşnaw, got ku Herêma Kurdistanê sê sale ku mêvanên ji bo tevlî Çalakiyên Erbeîn bibin, wan qebûl dikin û digihînin heya bajarên Necefê û Kerbelayê. Çalakiyên Erbeîn ew çalakîne ku di 40 rojiya şehîdkirina Hz. Huseyîn de, wî bibîrtînin û li gor baweriya xwe çalakiyan dikin.
Parêzger Umîd Xoşnaw di 20ê Tebaxê de bi balyozê Îranê yê Erbîlê bi Nasrullah Reşnûdi re civîna çapemeniyê kir û balyozê Îranê ji ber Kurdistan ziyaretvanên Çalakiyên Erbeîn qebûl kiriye û wan gihandiye ciyên wan, bi xweşî û berzî pesnê Herêma Kurdistanê da.
Xoşnaw, ragihand ku ji bo ziyaretvanên Çalakiyên Erbeîn yên ji bo bîranîna 40em roja şehadeta Hz. Huseyîn bên pêşwazîkirin, serok Mesûd Barzanî ferman daye ku temamê tesîs û her xizmetî ji bo wan bikin, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ferman dane ji bo amadekariya ziyaretvanan bikin.
Umîd Xoşnaw her weha got ku Herêma Kurdistanê di mijara pêşwazîkirina ziyaretvanên ‘Çalakiyên Erbeîn’ de xwediyê tecrubeye û di xizmetkirina wan de serkeftîne.
Her sal, di roja 40em ya şehadeta Îmam Huseyîn de, ji bajarê Necefê derdikevin rê û li Kerbelayê gorên Îmam Huseyîn û birayê wî ya Ebu’l Fadl Abbas ziyaret dikin. Hinek ziyaretvan di ser Kurdistanê de diçin Kerbelayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin