Umîd Xosnaw: ÎranÊ îzna cenazê Elî Qazî da ku li Mahabadê defin bikin
PeyamaKurd – Kurê Qazî Muhemmedê serokê komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê Elî Qazî li Almanya koça dawî kiribû. Li ser mijara defna cenazê Elî Qazî wê li ku derê bibe, dihat niqaş kirin. Li ser mijarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku ew ferman daye da pêşwaziya cenazê Qazî bêkirin. Di medyayê behsa Kelarê hat kirin lê Kelar di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ye. Niha parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoinav di mijarê de daxwuyanî da û got ku Îranê îzna defna cenazê Elî Qazî daye ku li Rojhilatê Kurdistanê li Mahabadê bê definkirin.
Wê cenazê Elî Qazî roja duşema pêşiya me, bi fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê bibin payîtexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê. Bi îhtîmaleka mezin wê ji wê derê cenaze bişînin Mahabadê.
Elî Qazî tekane kurê serokê Komara Kurdistanê Qazî Öuhemmed bû ku li Rojhilate Kurdistanê di sala 1946 an de hatibû avakirin. Elî Qazî di sala 1933 an de li bajarê Mahabadê hatiye dinyayê û li Almanya li bajarê Bonê, di 89 saliya xwe de koça dawî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin