Urdin ji Îsraîlê re got: “Eger zorê bidin Fîlîstîniyan da koç bikin Urdinê, ev ji bo me îlana ser e”
PeyamaKurd – Urdin, ji Îsraîlê re got: “Eger zorê bidin Fîlîstîniyan da koç bikin Urdinê, ev ji bo me îlana şer e”.
Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen es-Safedi ragihand ku eger Îsraîl, zorê bide Fîlîstîniyên Şerîa Rojava da koçî Urdinê bikin an her hewlekî Îsrîlê yê wekî koçkirdinê, wê Urdin kiryarê îlana şer qebûl bike.
Safedi, di civîna çapemeniyê ya seredana fermî ya wezîra karên derve ya Almanya ku li Ummanê bû, bi Annalena Baerbock re kir, daxwuyanî da.
Safedî, her weha got ku li ser êrîşên Îsraîlê yên ser mekanên pîroz ji bo doz veke, temamê dosyayên hûqûqî amade kiriye lê li ser meqamên ku dê dosyayan bide wan, agahî neda.
Safedî, her weha got ku li ser peymana agribesa navbera Hamasê û Îsraîlê, Netenyahu bergeha xwe guhert û şertên nû avête ortê û muzakereyan têk bir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin