Urdun: Me balafireke bêmirov a ji Sûriyeyê xist xwarê

14 August 2023 09:57 0 dîtin
Urdun: Me balafireke bêmirov a ji Sûriyeyê xist xwarê

PeyamaKurd – Artêşa Urdunê diyar kir, wan balafireke bêmirov a bi madeyên hişbir, ku biryar bû ji başûrê Sûriyeyê were, xist xwarê.

Derbarê mijarê de li ser malpera fermî ya artêşa Urdunê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, îro li eniyên herêma leşkerî ya Bakur balafireke bêmirov a ji Sûriyeyê ku hin maddeyên hişbir hilgirtibû hat tesbîtkirin.

Hat ragihandin, drona navborî hatiye xistin, hinek metamfetamîn hatiye desteserkirin û radestî rayedarên fermî hatiye kirin.

Artêşa Urdunê di meha Hezîranê de ragihandibû, wan 3 balafirên bêbalafirevan ku yek ji wan çek barkirî bû ku dixwestin ji Sûriyê derbasî Urdunê bibin, xistine xwarê.

Di 24ê Tîrmehê de artêşê ragihandibû, wan balafireke bêmirov a bi narkotîkê barkirî, ku tê diyarkirin ji başûrê Sûriyeyê hatiye xistine.

Sûriye û Urdun di 23ê Tîrmehê de ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya narkotîkê li ser sînor civîneke ewlehiyê li dar xistin.

Serfermandarê Urdunê Yûsif El Huneytî û Serokê Îstîxbarata Sûriyê General Ehmed Husnî, Wezîrê Berevaniya Sûriyê Alî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê General Husam Luka beşdarî civînê bûn.

Di civînê de metirsiya madeyên hişbir, çavkaniyên berhemanîn û qaçaxçîtiyê û hevkariya di şerê li gel aliyên ku kar û xebatên qaçaxçîtiyê organîze dikin û birêve dibin û derbasbûna neyasayî ya madeyên hişbir bi rêya sînor bo nav Urdinê dikin, hatin gotûbêjkirin.