Ûrmiye | Rejîma Îranê 6 Kurd binçav kirin
PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Miyanduavayê yê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê 6 Kurd binçav kirin
Saziya Mafê Mirov ya Hengawê ragihand ku roja Şemîyê 22yê Sibata 2025an, çekdarên rejîma Îranê, li Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, bi ser gundê Birahîmava yê Miyanduavê girtin û 4 Kurdên bi navê Bêhzad Berceste, Keywan Berceste, Şehab Tiwan, Nîma Qurbanzade binçav kirin.
Di heman demê de Xaliq Rehîmî yê ji gundê Gamêşgolî û Sidîq Ebasnijad yê ji gundê Husênavayê yên Miyanduavayê jî hatin binçavkirin.
Hengaw bi çavkaniyên xwe dide tekezkirin ku dema ku ev her 6 hatine binçavkirin, çekdarên rejîmê êşkence di wan kiriye û ew birine navendên “ewlehiyê” yên rejîmê yên li Ûrmiyeyê.
Hengaw diyar dike ku nehatiye zanîn bê ew bi çi tohmetê hatine binçavkirin û medyaya rejîmê jî li ser binçavkirina wan tu agahî belav nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin