Vekisîna Rûsyayê ya bi temamî ji wan herêman hat ragihandin!
PeyamaKurd – Berpirsên Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kirin ku artêşa Rûsyayê bi temamî ji herêma paytexta Ukrayna Kîev û Çernîhîvê vekişiya.
Li gorî daxuyaniya berpirsekê Pentagonê, “Hêzên li Kîev û Çernîhîvê bi temamî vekişiyan. Ev hêz ji bo li Belarûs û Rûsyayê ji nû ve xwe birêxistin bikin vekişiyan.”
Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand ku heta niha Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ti armanceke xwe ya stratejîk li Ukraynayê pêk neaniye û tenê navendên nifûsa wan kêm e dikare kontrol bike.
Herwiha Kirby diyar kir ku Rûsyayê nekariye bajarê Xarkovê jî bixe kontrola xwe.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên Ukraynayê, artêşa Rûsya niha amadekariyeke mezin bo êrîşkirina ser herêma Donbasê û rojhilatê Ukraynayê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin