VÎDEO | Melayê Kurd banga pistevaniya xwepêsanderan li alimên Îranê dike

16 October 2022 11:39 0 dîtin
VÎDEO | Melayê Kurd banga pistevaniya xwepêsanderan li alimên Îranê dike

PeyamaKurd – Di demeke ku xwepêşandanên protestokirina rejîma Îranê yên piştî kuştina Jîna Emînî li bajarên Îran û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê bênavber berdewam dikin de, piştevaniya bo xelkê serhildêr jî zêdetir dibe.

Mamosteyekî Olî yê Kurd bi navê Luqman Aminî ji cemaetê re behsa serkutkirina xwepêşanderan ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve dike û dibêje, heta niha bi sedan kes hatine şehîdkirin û rexneyên tund li rejîma Îranê dike.

Mamostoyê olî di gotara xwe de, piştevaniya mafên rewa yên gelê Îranê yên daketina kolanan dike û bibîr dixe ku xelk ji bo mafên xwe yên rewa derketine kolanan û têne serkutkirin û ev li gorî îslamê jî nayê qebûlkirin.

Herwiha mamoste Luqman bangê li mela û alimên Îranê jî dike ku xwedî li xwepêşanderan derkevin û li dijî rejîma Îranê rawestin.