‘Waliyê Bexdayê yê DAISê’ Ebû Nûr hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Enbarê yê Iraqê ‘Waliyê Bexdayê yê DAIŞê’ Hamed Hammud bi navê xwe yê naskirî ‘Ebû Nûr’ hat kuştin.
Heşda Şeibiya ku Îran piştgiriya wê dike ragihand ku li dijî Abdusselam Hamed Hammud (Ebû Nûr) were girtin operasyonek hatiye lidarxistin. Tevî ku di encama operasyonê de Hammud û 6 parêzvanên wî bi saxî hatine desteserkirin lê ji bo ew neyê girtin xwe teqandiye.
Di encama lêpirsînê de derket holê ku di nava kesên kuştî de Hammud ê ku wekî ‘‘Waliyê Bexdayê yê DAIŞê’ tê naskirin jî heye.
Hat diyarkirin ku termê xwekuştiyan bo Fermandeya Operasyonên Hevpar a girêdayî Artêşa Iraqê hatine şandin lê di derbarê kuştina Hammud dê hêj tu daxuyanî nehatine dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin