Wallace, dest ji parlamenteriyê berdide
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Brîtanyayê hatin ragihandin, Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Ben Wallace, dest ji parlamenteriyê berdide.
Li gorî hat zanîn, Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Ben Wallace ragihand ku ew ê di hilbijartinên pêş de nebe namzedê parlamenteriyê.
Ben Wallace, li ser hilbijartinên ku dê li welêt bên kirin daxuyanî da. Wezîr Wallace diyar kir ku di hilbijartinên pêş yên ku li Brîtanyayê bên kirin de ew ê di parlamentoyê de cih negire û di guhertina kabîneya nû de ew ê dest ji erka xwe ya wezîrtiyê jî berde.
Tê payîn ku hilbijartinên giştî yên li Brîtanyayê, di nav 18 mehên bê de werin kirin. Li welatê ku Rishi Sunak, Serokwezîr e, di meha îlonê de guhertina kabîneya nû tê plankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin