Cristiano Ronaldo dest ji tîma Juventus berdide

27 August 2021 20:39 0 dîtin
Cristiano Ronaldo dest ji tîma Juventus berdide

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku stêrkê futbolê yê Portugalî Cristiano dixwaze dest ji tîma xwe Juventusê berde.

Rahênerê Juventusê Massimiliano Allegrî, beriya yariya Serie Ayê ya ligel tîma Empolî di civîna rojnamevanî de ragihand, Cristiano Ronaldo dixwaze ji Juventusê biçe û got, "Beriya hûn bipirsin ez bibêjim. Doh Cristiano ji min re got ku ew naxwaze li vir bimîne. Îro derneket antremanê û wê sibe jî di kadroyê de tune be.”

Li aliyê din di medya îtalî de nûçeyên ku wê Ronaldoyê 36 salî transferî tîma Manchester City bibe hatin belavkirin.