Kabîneya Kurdistanê civiya: Tîma hevbes a çavdêriya darayî dest bi kar dike
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 2yê Sibata 2022yan bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane li dar xist. Di civînê de biryar hat dayîn ku tîma hevbeş a darayî ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê 6ê vê mehê dest bi kar bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka civînê de kurteyek li ser serdana xwe bo Îmarata Erebî pêşkêş kir û diyar kir; di civîna ligel Cihnişînê Ebû Dhabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan û berpirsên din ê wî welatî de, wî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyê Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Îmaratê, bi taybet di warên aborî, weberhênan û geşepêdana mirovî kir û di civînê de proseya siyasî ya Iraqê, navçe û Rojhilata Navîn û girîngiya hevahengî ji bo piştevaniya aştiya navçeyê hate kirin.
Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ronahî xiste ser rewşa koçberên Herêma Kurdistanê li derve û karesatên vê dawiyê û canjidestdan û windabûna hin welatiyên Kurdistanê di deryayan de. Dizeyî amaje bi pêwendî û hevahengiya ligel welatan û hewlên vegerandina termên koçberan bo Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, di dema dawî de termê 9 koçberan li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin. Destnîşan kir jî, hewlên ji bo vegerandina hejmareke din a koçberan berdewam e.
Encûmena Wezîran di civînê de, Wezareta Navxwe û Tendirustiyê û aliyên pêwendîdar raspardin ku di hewlên xwe de berdewam bin, ji bo rêkarên yasayî li hember kompanî û kesên ku bazirganiyê bi jiyan û selametiya welatiyan dikin, bêne girtin.
Herwiha Encûmena Wezîran daxwaz ji welatê Yûnanstanê kir ku bi berdewamî li kesên winda bûne bigere û di wê derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye her rêkareke pêwîst bike.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî di civînê de, raportek derbarê belavbûna vîrûsa Omicronê li Herêma Kurdistanê, pabendbûna wezaretan bi wergirtina vaksînan û amadekariyên xweparêziyê li dibistan û navendên xwendinê de pêşkêş kir.
Encûmena Wezîran jî tekezî li ser girîngiya berdewambûna proseya wergirtina derziyên korona û rêkarên xweparastinê ji aliyê welatiyan ve kir, ji bo rêgirtin li belavbûba zêdetir a vîrûsê û parastina selametiya giştî.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê, di beşa çarem de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab ronahî xiste ser pêşveçûnên karê tîma hevbeş a Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî û Herêmê û diyar kir ku niha raoporteke hevbeş tê amadekirin derbarê pabendbûna Herêmê bi mafên wê li gor yasaya budceyê.
Encûmena Wezîran tekezî li ser cîbicîkirina pabendbûnên Herêmê di yasaya bûdceyê de kir û wezaretan raspardin ku hevkarîyê bi Wezareta Darayî û Aborîyê û Encûmena Çavdêrîya Darayî re bikin ku di wê derbarê de, biryar e roja 6ê vê mehê tîma hevbeş a her du aliyan dest bi karên xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin