Serok Barzanî û Balyoz Tueller civiyan: Hevbesî û hemhangiya Amerîka û Kurdistanê berdewam dike
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şanda ligel wî kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di kombûna ku Konsolê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller jî tê de amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên di nava proseya siyasî ya Iraqê de hatin guftûgokirin.
Her du aliyan di hevdîtinê de pejirandina yasaya budçeya sala 2021ê ya Iraqê bi pêngaveke erênî dan zanîn û diyaloga stratejîk ya di navbera Amerîka û Iraqê de û rola aliyan ya ji bo serxistina wê diyalogê hat guftûgokirin.
Di berdewama civînê de ronahî xistin ser metirsî û gefên terorê li Iraq û Sûriye û pêşxistin û bihêzkirina nermînîşandana ji bo gihîştina aramiyê bi pêwîstî dan zanîn.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de mijareke din a vê civînê bû û her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin