Wan | AYMê pistî 6 salên qedexeya berdewam biryara binpêkirinê da
PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) li ser dozeke dijî qedexeya xwepêşandan û çalakiyan ku ji sala 2016an ve bi hinceta helwdana darbeyê ya FETOyê hatibû destpêkirin û 6 sal in her 15 rojan carekê tê dirêjkirin biryar da.
AYMê li ser îtiraza 10 kesên ku ji ber belavkirina belavokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ceza li ser wan hatibûn sepandin, biryar da ku mafê civîn, xwepêşandan û meşê hatiye binpêkirin.
Herwiha AYMê di vê biryara ku piştî du salan daye de, biryar da ku nivîsek ji bo Dadgeha Sulh Cezayê ya navçeya Ebexê (Çaldiran) were şandin û ji nû ve darizandin bê kirin.
Di biryara dadgeha bilind de hatiye diyarkirin, madeya 34an a Destûra Bingehîn a mafê lidarxistina xwepêşandan û civînan hatiye binpêkirin. Ji bo ew mexdûriyet nemîne jî bi yekdengî biryar hatiye dayîn ku bi dadgehkirina ji nû ve encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin