Washington Post: Di mala Trump de belgeyên sirrî yên di derbarê Çînê û Îranê de ne

21 October 2022 23:33 0 dîtin
Washington Post: Di mala Trump de belgeyên sirrî yên di derbarê Çînê û Îranê de ne

PeyamaKurd – Rojnama Amerîkayê ya bi navê Washington Post ragihand ku belgeyên di mala serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump de ketin destê FBI yê, belgeyên sirrî yên Amerîkayê yên di derbarê Îran û Çînê de ne. Yek ji wan belgeyên îstîxbaratî yên di derbarê Çînê de û hinek jê, mînak di derbarê bernama fuzeyê ya Îranê de bû. Lêgerîna di mala Trump de di meha tebaxa borî de hatibû kirin. Di nûçeya rojnamê de weha hat gotin:

“Pispor dibêjin agahiyên di belgeyên xef de, eger bê îzin bên îfşakirin, wê talûke be. Kesên alîkariya îstîxbarata Amerîkayê kirine, dibe bikevin talûkê. Hem hinek welatên din an dijminên Amerîkayê dikarin tevgerên ku Amerîka li dijî wan kirine, dikarin li hemberê wan tevgerên Amerîkayê bikevin nav tevgerê.”