Wê Amerîka hejmarek projeyên elektrîkê li Kurdistanê pêk bîne

06 July 2021 20:16 0 dîtin
Wê Amerîka hejmarek projeyên elektrîkê li Kurdistanê pêk bîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Amerîka bi deynên demdirêj çend projeyên elektirîkê li Kurdistanê pêk bîne.

Wezareta Elektrîka Kurdistanê Kemal Mihemed bi berpirsa pişka aborî li konsulxaneya giştî ya Amerîka li Hewlêrê re civiya.

Wezaretê ragihand di civînê de Amerîka amadehiya xwe ji bo bicihanîna çend projeyên elektrîkê li Kurdistanê nîşan daye ku ew ê bi deynên demdirêj wan projeyan bicih bînin.

Li gorî daxuyaniya wezareta elektrîkê, ew projeyên ku hatine behskirin, danîna santralên elektrîkê bi sotemeniya gaza ku ji bîr û parzûngehên petrolê vala dişewite, kontrolkirina elektrîkê, kişandina xeta 400 KV û kişandina boriya gaza sirûştî ji bo santrala Kuwaşî li Duhokê.