'Wê cezayên ‘Sezar’ heta avakirina hikûmeteke li nû Sûriyê bidomin'

18 June 2020 16:44 0 dîtin
'Wê cezayên ‘Sezar’ heta avakirina hikûmeteke li nû Sûriyê bidomin'

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ragihand, cezayên ‘Yasaya Sezar’ pêngava yekem a destpêkê ye li dijî rejîma Serokê Sûriyê Beşar Esed û wê heta hilweşandina rejîmê û avakirina hikûmeta nû ya Sûriyê dewam bike.

James Jeffrey di civîneke rojnamevanî de ragihand, siyaseta Amerîka ew e ku bi rêbazên dîplomasî û dorpêçên aborî hikûmeta Esed neçar bike ku êrîşên xwe li dijî gelê Sûriyê rawestîne.

Jeffrey got: “Sizayên Amerîkayê bi armanca wê yekê ye ku ji bo hikûmetek li Sûriyê ava bibe, rêzê li serweriya yasayê, mafên mirovan û pêkvejiyana aştiyane bi welatên cîran re bigire.”

Jeffrey da zanîn ku piştevaniyeke mezin ji herdu partiyên Kongressê (Demokrat û Komariyan) ji bo Yasaya Sezar heye û got, “Herwiha Serok Trump û hemû rêveberiya wî jî piştevaniya wê dikin.

James Jeffrey herwiha diyar kir: “Emê sizayên ku ev yasa lixwe digire, li dijî rêjîma Esed û her kesê piştevaniya wî bike, bikar bînin, çi kes bin yan bank û tiştên din bin.”

Nûnerê Amerîka yê Sûriyê doh jî ragihandibû ku li ser 15 kesayetên Sûriyê di çarçoveya Yasaya Sezar de, ceza hatiye dayîn û ew xistine lîsteya reş.

Hêjayî gotinê ye, cezayên Yasaya Sezar Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin kontrola HSDê li xwe nagirin ku Amerîka piştevaniya wan dike.