Welatên Ereb ji bo Sahbanûya Brîtanya Elizabeth sîna fermî ragihand

09 September 2022 20:24 0 dîtin
Welatên Ereb ji bo Sahbanûya Brîtanya Elizabeth sîna fermî ragihand

PeyamaKurd – Li ser koça dawî ya Şahbanûya Brîtanyaya Yekgirtî Elizbahet II 6 welatên Ereb şîn ragihand.

Welatên Ereb ên Urdin, Lubnan, Îmarat, Behreyn, Uman û Kuwêtê bi sedema mirina Şahbanûya Brîtanyayê Elizabeth a Duyem şîn ragihandin.

Dîwana Şahîniya Urdinê da xuyakirin ku Şahê Urdinê Abdullahê Duyem li ser wefata Elizabeth II ji bo 7 rojan şîn ragihandiye.

Encûmena Wezîran a Lubnanê li ser navê Serokwezîr Necîb Mikatî eşkere kir, şîna 3 rojî bo Elizabeth II hatiye ragihandin ku heta 11ê Îlonê dewam dike û 18ê Îlonê dema merasîma cenazeyê jî wê şîn bê girtin.

Herwiha welatên Îmarata Erebî, Behreyn, Kuwêt û Umanê jî bi daxuyaniyên fermî ragihandin ku şîn ji bo Elizabeth hatiye ragihandin û wê di dema şînê de, sazî û dezgehên fermî di betlaneyê de bin û al jî heta nîvî bê daxistin.