Welatên G7a li ser petrola Rûsyayê li hev kirin

03 September 2022 10:35 0 dîtin
Welatên G7a li ser petrola Rûsyayê li hev kirin

PeyamaKurd – Serokên wezareta darayiyê yên welatên G7a diyar kirin ku di derbarê sepandina bihayê herî zêde yê petrola Rûsyayê de li hev kirine.

Serokên wezareta darayiyê yên welatên G7a, li ser berteka ku wê piştî bandora neyinî ya aboriya cîhanî ya şerê Rûsyayê li Ûkraynayê dimeşîne bê biaxivin, civîneke online li dar xistin.  

Di daxuyaniya piştî civînê hat belavkirin de hat eşkerekirin, wê welatên G7a di piştgiriya Ûkraynayê de berdewam bin. Hewla dagîriya Rûsyayê, dibe sedema bêîstikrariya aboriya cîhanî. Metirsiyê li ser nerjiya cîhanî û ewlehiya xwarinê çêdikê.

Hat destnîşankirin ku wê welatên G7a, di cezayên koordîne yên li hember tevgera êrîşkar a Rûsyayê pêk tînin de bi biryarî berdewam bin. Herwiha diyar kirin ku di biryara li ser sepandina bihayê herî zêde yê petrola Rûsyayê de li hev kirine.

Herî dawî di çarçoveya vê biryara tê armanckirin ku dahatên Moskowê kêm bike û li hember zêdebûna bihayê enerjiyê bisekine de, wê tenê koalîsyona welatên G7a biryar bide bi bihayê herî zêde yê wan diyar kiriye petrola ham a Rûsyayê ji aliyê parzîngeh û bikirên bazirganî ve bê îthalkirin.