Rûsyayê gef xwar: Wê gaza hin welatên din jî bê qutkirin!
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, piştî qutkirina gaza sirûştî bi ser welatên Polonya û Bulgaristanê de ku kirîna gazê bi Rubleyê rûsî qebûl nekirin gefa qutkirina gazê li welatên din jî xwar.
Peskov got, "Heger dema dayîna deynê gazê were û mişterî li gorî sîstema nû deynê xwe nedin, wê biryarnameya seroktiyê bikeve pratîkê.”
Herwiha Peskov da zanîn ku Kompaniya Gazprom a rûsî ji ber ku dayîna deynên xwe bi Rubleyê qebûl nekirine gaza Bulgaristan û Polonyayê biriye û diyar kir, ji ber dorpêçên aborî yên welatên Rojava bi ser Rûsyayê de wan ew sîstema nû ya dayîna deynan daniye.
Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Ewropa berteka tund ji vê biryara qutkirina gazê re nîşan da û ragihand ku ew dê bi rêyên alternatîf rêgiriyê li şantaja Rûsyayê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin