Wezareta Bergiriya Tirkiyê: Di encamê teqîna bombeyek de çawisek hat kustin
PeyamaKurd – Li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, di encama şer û pevçûnan de leşkerekî artêşa Tirkiyê hate kuştin.
Artêşa Tirkiyê, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê operasyona xwe didomîne. Wezareta Bergiriya Tirkiyê diyar kir, bi balafir û topan, bingehên PKKê bi tundî tên bombebarankirin.
Wezaretê destnîşan kir, di operasyona Pençe-Brûskê de, di encamê teqîna bombeyeke vedayî de, çawişek hatiye kuştin.
Herwiha li gor agahiyan, artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 9 kîlometreyan, sê xalên nû li nav xaka Başûrê Kurdistanê dirust kirine.
Medyaya girêdayî PKKê jî eşkere kir, li devera Zapê di şer û pevçûnan de 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin