Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê li ser dema vebûna mizgeftan daxuyanî da
PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vekirina deriyên mizgeftan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de li ser nûçeyên bi navê wezaretê têne belavkirin hat gotin, “Ev babet girêdayî nînin bi biryara wezaretekî tenê. Lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa korona ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta tenduristiyê bi berçav girtina jîngeya tenduristiyê ve biryar li ser wan babetan tê dayîn.”
Di daxuyaniya Wezareta Ewqafê de ku îro 12ê Nîsanê hat belavkirin de, da zanîn; “Li hin torên civakî bi navê wezareta ewqaf ve behs tê kirin ku deriyên mizgeftan li meha Remezan a pîroz de dê vekin, herweha daxuyaniyên cuda û nerast bi navê wezareta me tên belav kirin.”
Di berdewamê de hat diyarkirin, “Em radigihînin ku ew nûçe û gotin dûrin ji rastiyê. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji herkes û aliyekî zêdetir kar dike bo vekirina deriyên mizgeftan. Lê niha parastina tenduristiyê û selametiya giyana hemwelatiyên ezîz karê herî serekî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.”
Wezareta Ewqaf wiha pê de çû: “Ev babet girêdayî nînin bi biryara wezaretekî tenê. Lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa korona ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta tenduristiyê bi berçav girtina jîngeya tenduristiyê ve biryar li ser wan babetan tê dayîn. Em radigihînin herkes û aliyek daxuyaniyê bi navê wezareta me belav bike dê rêkarên yasayî li hember wî bên girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin