Wezareta karên hundir: Çadirên fetarê nayên danîn

22 April 2020 01:33 0 dîtin
Wezareta karên hundir: Çadirên fetarê nayên danîn

PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Tirkiyê bo 81 parêzgehan di derbarê meha Remezanê de fermanname şand û divê herkes li pey wê fermanê here da xelk karibe xwe ji koronavîrusê biparêze. Xalên fermannameyê weha ne:

-Wê çadirên (konên) fetarê nên danîn.

-Firotina pîdeyên meha Remezanê wê 2 siet berya fetarê biqedin.

- Wê îzin nedin duholvanan ku mal bi mal bigerin û pere bixwazin. Di vê mijarê de wê rêvebirên cîh, perên wan bidin da li malan negerin.

-Ew kuçe û kolanên ku xelk li wan zêde digihê hev, dê paşî ji aliyê parêzgeh û şaredariyan de bên tesbîtkirin û li gor wê biryar bên dayîn.

-Seredana turbeyan wê bên sînorkirin.

-3 siet berya fetarê, wê seferên rêwiyan bên zêdekirin da xelk zêde negihê hev û karibin di erebeyan de firk rûnên.

-Di roja arîfê de û di rojên cejnê de, wê li goristanan agirê ziyaretvanan bên pîvandin û rêya çûn û hatina goristanan ji hev cuda be.

-Dê kontrola maske û mesafeya navbera mirovan bi temamî bên kontrolkirin, bi taybetî li ciyê qelebalix.