Wezareta karên hundir yê Kurdistanê li ser êrîsên Îranê daxwuyanî da

01 October 2022 01:52 0 dîtin
Wezareta karên hundir yê Kurdistanê li ser êrîsên Îranê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşên Îranê yên ser partiyên rojhilat û tehdîdkirina hêzên Amerîkayê bersiva Îranê da. Wezaret weha got:

“Herêma Kurdistanê ti carî îhlala desthilata xwe û êrîşên ser herêmê qebûl nekiriye û êrîşan bi tundî şermezar dike.”

Daxwuyaniya wezareta karên hundir ya Kurdistanê, daxwuyaniya xwe piştî serokerkanê Îranê Muhammed Baqir ku di derbarê êrîşa ser herêma Kurdistanê û tehdîdên ser hêzên Amerîkayê kir, da. Wezaret di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de weha dewam kir:

“Nûnerên Îranê û delegeyên wan di gelek civînên xwe de, di medyayê de aşkera tehdîd û êrîşên ser muxalefetê û Amerîka kirin. Partiyên muxalefetê ji van tehdîdan agahdar bûn. Herêma Kurdistanê ti carê li ser van êrîşan riza nîşan neda. Em êrîşan bi tundî şermezar dikin.”

Serokerkanê Îranê tumgeneral Muhammed Baqirî ragihand ku eger Amerîka balafirên wan yên êrîşê ser Herêma Kurdistanê dikin an Erbîlê dikin, wan ji xwe re bike hedef, wê artêşa Îranê bi tundî bersiva Amerîkayê bide. Tehdîda Îranê weha dewam dikir:

“Artêşa Îranê xwediyê agahiyên baregehên leşkerî yên Iraqê yên Duhok, Herîr û Hewlêrê ne. Lê em niha li dijî rêxistinên terorî yên cudaker bi leşkerî tevdigerin. Em niha li hemberê Amerîkayê tevgerekî nakin. Divê ew bizanibin eger ber li tevgerên me bigrin, mafê me yê leşkerî yê bersivdanê dê hebe û çi pêwist be em ê bikin.”