Wezareta Çandiniyê nirxê genimê îsal ê cotkarên Kurdistanê eskere kir
PeyamaKurd – Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nirxê genimê îsal ê cotkarên Kurdistanê eşkere kir.
Li gor Wezareta Çandiniyê ya Kurdistanê diyar kiriye, di çarçoveya rêkeftina wan bi du kompaniyên Xoşnaw û Qeywan de, ew ê dest bi kirrîna genimê cotkarên Kurdistanê bikin.
Wezaretê herwiha destnîşan kiriye, îsal wê her toneke genimê pile yek bi 850 hezar dînarî û tona genimê binetov jî bi 880 hezar dînarî bikirin.
Wezareta Çandiniyê daye zanîn, vê gavê kompaniya Xoşnaw amade ye genimê cotkaran bi nirxê destnîşankirî bikire. Loma cotkar dikarin genimê xwe teslîmî depoyan bikin.
Di berdewamiyê de Wezaretê diyar kiriye, armanca wan ji kirrîna genimê cotkarên Kurdistanê ew e ku berhemên navxwe ji bo xorak û ard were bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin