Wezareta Tendirustiyê: Îsal 69 haletên pêketina bi vîrûsa “Aids” hatin tomarkirin

01 December 2021 14:29 0 dîtin
Wezareta Tendirustiyê: Îsal 69 haletên pêketina bi vîrûsa “Aids” hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê diyar kir, îsal 69 haletên pêketina bi vîrûsa “Aids” li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, îsal zêdetir ji 318 hezar testên Aids li Herêma Kurdistanê hatine kirin û 69 haletên pêketina bi wê vîrûsê hatine tomarkirin.

Dr. Saman Berzincî diyar kir: “Metirsiya wê vîrûsê ew e, kesek 10 – 15 salan wê vîrûsê hildigire, lê pê nahese û wek kesekî asayî dijî û dikare ji bo kesên din jî veguhêze.”

Roja 1ê Berçile, wek Roja Cîhanî ya Nexweşiya Aids hatiye diyarkirin. Di vê rojê de jî kampînên hişyarkirina xelkê ji Aids tên birêvebirin. Li Herêma Kurdistanê jî çendîn çalakî tên kirin.

Li gor zanyariyani tîmên tendirustiyê îro li nava bazara Hewlêrê û cihên geştiyariyê, testên Aidsê bêberamber ji welatiyan re dikin.