Wezareta Tendirustiyê: 5 haletên bigûman yên nifsê nû yê Koronayê hene

20 February 2021 17:59 0 dîtin
Wezareta Tendirustiyê: 5 haletên bigûman yên nifsê nû yê Koronayê hene

PeyamaKurd –  Li Herêma Kurdistanê, 5 haletên bigûman yên nifşê nû yê Koronayê hene, bi amêrên taybet tên piştrastkirin.

Li gor Wezareta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê da zanîn: “Derbarê nifşê nû yê vîrûsa Koronayê de, hemû alavên destnîşankirinê ji amêrên taybet û testên teybet ên vê vîrûsê hatine peydakirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Wezîrê Tendurustiyê parêzgeh û îdare raspardine ji bo amadekariyên temam ên testkirinê li sînorên xwe, wek awayê testkirina nifşê nû yê vîrûsa Koronayê li balafirxaneyan tên kirin bikin, pêketiyan bişopînin û hevahengî û hevkarî di navbera taqîgehên tendurustî yên giştî li parêzgehan de bê kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, parêzgeh û îdare hatin raspardin ji bo bi hilmetên hişyariya tendurustiyê û xweparastina welatiyan rabin û rêkarên tendirustiyê xurt bikin.

Wezareta Tendurustiyê eşkere kir, niha 5 haletên bigûman ên nifşê nû yê Koronayê hene, bi amêrên taybet tên piştrastkirin.