Wezareta Çandiniyê ya Ukraynayê: 1,25 milyon ton zad li ber xirabûnê ye

17 April 2022 20:06 0 dîtin
Wezareta Çandiniyê ya Ukraynayê: 1,25 milyon ton zad li ber xirabûnê ye

PeyamaKurd-Ji Wezareta Çandiniyê ya Ukraynayê hat ragihandin ku li Behra Reş 1,25 milyon ton zad di keştiyan de tên rawestandin û ev zad bi xetereya xirabûnê re rû bi rû maye.

Wezîrê Çandiniyê yê Ukraynayê Mykola Solskyi daxuyand ku halê hazir ev zad û tovê bi rûn li 57 tankêran hatiye barkirin û di keştiyan de tê rawestandin. Di dewama ragihandinê de hat diyarkirin ku ji ber kaptanên keştiyan beriya niha rastî tiştekî wiha nehatine, ew jî nizanin dê heta kengî ev zad di embaran de were ragirtin.

Solskyi bi bîr xist ku beriya şerê Rûsyayê, hinardekirina mehane ya zad digihîşt 6 milyon tonan lê piştî dagirkeriya Rûsyayê, wan meha borî tenê 200 hezar ton şandine derve.

Mykola Solskyi da zanîn ku ew beşeke girîng a zad difiroşin Afrîkaya Başûr û Rojhilata Navîn; lewra dê ev welat jî neçar bimînin ku zêdetir pereyan xerc bikin û ji bilî Ukraynayê firoşkaran peyda bikin.