YE wê 160 milyon euro ji samanên Rûsyayê yên cemidkirî veguhezîne Ukraynayê

20 September 2024 10:08 0 dîtin
YE wê 160 milyon euro ji samanên Rûsyayê yên cemidkirî veguhezîne Ukraynayê


PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropî (YE) 160 mîlyon Euro dahata ji sermayeyên Rûsî yên cemidkirî veqetand da ku di mehên zivistanê de hewcedariyên mirovahî yên bilez ên Ukraynayê peyda bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen bi Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) Fatîh Bîrol re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Ji sedî 80 santralên termîkê yên li Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve hatin hilweşandin. Leyen got ku santrala termîk a ku li Lîtvanyayê hatiye hilweşandin dê li Ukraynayê ji nû ve were çêkirin û bikeve xizmetê.

Von der Leyen diyar kir ku Rûsyayê di 26ê Tebaxê de êrîşeke 12 saetan pêk anî û 230 moşek avêtin Ukraynayê û got, “Santral, binstasyon û binesaziyên girîng ên din hedef girtin. Bi milyonan Ukraynayî bi saetan bê ceyran man. Weke dost û hevkarên Ukraynayê, divê em çi ji destê xwe bê bikin da ku ronahiyê ronî bikin."