Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê fermannameya hilbijartinê ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi sedema di 10 ê cotmehê de wê hilbijartina Iraqê çêbibe, fermannameyekî ji bo bîrxistina qaîdeyên hilbijartinê ragihand. Di fermannameyê de behsa qaîde û ûsûla hilbijartinê ya ku wê memur û hêzên ewlehiyê li pey herin bibîr xist. Li gor farmannameyê:
1.Wê dengdana taybet di 08.10.2021 ê de û dengdana giştî di 10.10.2021 ê de bibe. Di her dû rojan de wê navendên hilbijartinê ji 07.00 ê sibê heya 18.00 êvarê vekirîbin. Wê hilbijêr hîn bibin bê li kîjan navendê dengên xwe bidin û dikarin di ser lîsta Rêvebiriya Bilind ya Hilbijartinan ya Serbixwe ya Iraqê ji ‘Voter List’ ê hîn bibin û di ser sîstema androidê û IOS yê de jimara kartên xwe yê hilbijartinê bidin ber hev.
2. Dengdêrên navên wan di wezareta pêwendîdar de ya CD ya hevpar de an di asayîşa hundir de navên wan hebin, dikarin di (15270 - 08-08-2021) 08.10. 2021 ê de dengên xwe bidin û eger navên wan di lîstê de tinebe, dikarin di 10 ê mehê de dengên xwe bidin.
3. Di her dû haletan de kesên kartên wan yên hilbijartinê tinebin, divê nasnameya wan an nasnama netewî bi wan re be.
4- Komiseriya Hilbijartinê ya Serbixwe ya Bilind ya Iraqê di civîna 54 em ya awarte de, li gor biryara jimare 10 ê, di wexta hilbijêr herin ser sindoqan, nabe ku telefona wan bi wan re be û qedexeye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin