Wezareta Pêsmerge û heyeta Îngîltere hevdîtinekî pêkanîn
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ragihand ku heyeta Îngîltere ya di bin serpereştiya Colonel Charli de ku şêwirmendê di asta herî bilind ya Îngîltere ye seredana wezareta Pêşrmerge kir. Ji wezareta Pêşmerge cîgirê wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn, Hejar Omer û Muhammed Seîd hebûn.
Di seredanê de li ser mijara reforma wezareta Pêşmerge axifîn, ji bo alîkariya Îngîltere ya di pêvajoya reforman de Serbest Lezgîn sipasiya heyeta Brîtanî kir.
Di hevdîtinê de behsa xwurtkirina perwerda kolejên li Herêma Kurdistanê hat kirin. Her weha li ser girîngiya hevkariya navbera hêzên koalîsyonê, artêşa Iraqê û Pêşmerge hat kirin. Hat gotin ku hevkariya navborî ji bo têkoşîna li dijî DEAŞ ê girîng e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin