Wezareta Samanên Sirûstî: Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 14 kompaniyên neft û gazê hene
PeyamaKurd – Wezareta Samanên Sirûştî ya Kurdistanê diyar kir, piraniya karmendên ku di kompaniyên neft û gazê de kar dikin, xelkê Herêma Kurdistanê ne.
Wezareta Samanên Sirûştî ya Kurdistanê eşkere kiriye, Wezaretê bersiva çend pirsên parlamenterekî Kurdistanê li ser kompaniyên neft û gazê yên ku li Herêma Kurdistanê dikin, daye.
Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye eşkerekirin, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 14 kompaniyên neft û gazê hene.
Wezaretê herwiha daye zanîn, di wan kompaniyan de 6 hezar û 196 kes kar dikin ku 5 hezar û 44 kes xelkê Herêma Kurdistanê ne ku dike %81.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin