Wezareta Tenduristiyê: Em ji bo alîkariya mexdûrên bûyera Dîwaniyeyê amade ne

09 January 2024 12:30 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê: Em ji bo alîkariya mexdûrên bûyera Dîwaniyeyê amade ne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya mexdûrên şewata ku li nexweşxaneya jidayikbûnê ya bajarê Dîwaniye derketibû amade ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hat diyarkirin ku Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî bi Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Salih El-Hesnewî re bi telefonê li ser şewata ku li nexweşxaneya jidayikbûnê ya Dîwaniyeyê derketî axivî.

Li gorî daxuyaniyê, Saman Berzencî ji Wezîrê Iraqê Hesnewî re ragihandiye, wezaret amade ye hemû cure pêdiviyên pizîşkî bişîne û pêşwaziya birîndar û nexweşan bike.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Tendirustiya Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Tenduristiyê kir ji bo vê destpêşxeriya mirovî û hemahengî û hevkariya di navbera her du wezaretan de.

Di daxuyaniya ku duh ji aliyê çavkaniyên ewlehiyê yên li Dîwaniyeyê ve ji çapemeniya Iraqê re hat dayîn de, hat diyarkirin ku di şewata ku li nexweşxaneya jin û jidayikbûnê ya bajêr derketiye de, li gorî daneyên destpêkê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne. .

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Iraqê de derketine, Wezîrê Tenduristiyê biryara ji kar dûrxistina rêveberê nexweşxaneyê û lêkolîna li ser bûyerê daye.