Wezaretên Rûs-Tirk li ser pêshatên dawî yên Sûriye û Libyayê axivîn

23 October 2020 15:57 0 dîtin
Wezaretên Rûs-Tirk li ser pêshatên dawî yên Sûriye û Libyayê axivîn

PeyamaKurd - Cîgirên Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiye li ser pêşhatên dawî yên Sûriye û Lîbyayê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser wê pêwendiya telefonî ragihand, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bagdanov û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Sedat Onal di pêwendiya telefonî de piştevaniya xwe ji bo rêzgirtina li yekparçeyiya axa Sûriyeyê anîne ziman.

Herwiha hat diyarkirin, behsa girîngiya hemahengiya di navbera Tirkiye û Rûsya de hatiye kirin û girîngiya asayîkirina rewşê li ser bingeha Pêvajoya Astanayê hatiye bibîrxistin.

Herdu aliyan derheqê Libya de jî danûstandinên hizrî kirin û bal kişand ser girîngiya biryarên Konferansa Berlînê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, divê hemû alî ji bo Libyayê piştevaniya çalakkirina biryara 2510 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bikin.

Herwiha hat diyarkirin ku li Libyayê, di danûstandin û diyaloga di warên siyasî, aborî û leşkerî de pêşketin hene.