Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Kurd neteweyeke mezin in, hevalbendên me yên xwezayî ne

11 November 2024 09:35 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Kurd neteweyeke mezin in, hevalbendên me yên xwezayî ne

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku Kurd ji bo Îsraîlê “hevalbendên xwezayî” ne û divê Îsraîl têkiliyên xwe bi Kurdan re xurt bike.

Wezîrê Karên Derve yê nû yê Îsraîlê Gideon Saar doh li Qudsê di merasîma ku li Wezareta Karên Derve hat lidarxistin de daxuyaniyên girîng da.

Saar got, "Kurd neteweyeke mezin in, yek ji wan neteweyên ku xwedî serxwebûna siyasî ne. Hevalbendên me yên xwezayî ne."

Saar derbarê polîtîkayên herêmê de jî got, "Pêwîst e kêmnetewên li herêmê bibin yek. Kurd mexdûrên zilma Îran û Tirkiyeyê ne. Pêwîst e Îsraîl bi wan re têkiliyê deyne û têkiliyên xwe xurt bike."

Saar amaje bi Durziyên li Lubnan û Sûriyê jî kir û got, "Em li herêmê kêmnetew in, lewma bi awayekî xwezayî kêmnetewên din hevalbendên me ne."

Saar amaje bi bûyerên piştî maça Ajax-Maccabi Tel Aviv UEFA Europa League kir, ragihand ku di encama êrişên li ser alîgirên Îsraîlî yên li Holandayê de, birîndar hene û 3 kes jî wenda bûne.

Saar got, "Wezareta Karên Derve welatiyên Îsraîlî bêhêvî kir. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî dûbare nebin, min xwest lêkolîneke berfireh bê kirin. Dema xeletiyek hebe divê em veneşêrin, divê em çareseriyekê bibînin."

Di dema ku polîsên Holandayê derbarê bûyeran de 60 kes desteser kirin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryar da ku 2 balafiran bişîne da ku welatiyên xwe derxîne.

Saar piştî ku Benjamin Netanyahu di 5ê Mijdarê de Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ji wezîfeyê girt û li şûna Îsraîl Katz wek Wezîrê Karên Derve destnîşan kir Saar dest bi wezîfeyê kir.