Wezîrê plandananê yê Iraqê: Serjimêrî wê asta xizmetguzariyê zêde bike

20 November 2024 11:30 0 dîtin
Wezîrê plandananê yê Iraqê: Serjimêrî wê asta xizmetguzariyê zêde bike

PeyamaKurd – Hat gotin ku proseya serjimêriya giştî ya ku li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de tê kirin, wê bandoreke baş li ser bilindkirina asta xizmetguzariyê bike.

Îro 20.11.2024ê di saet 07:00ê de proseya serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê destpê kir.

Wezîrê Plandanînê yê Iraqê Mihemed Elî Temîm di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got: "Serjimarî pir girîng e ji ber ku wê bandorê li dabînkirina dadmendiya civakî û aborî û bilindkirina asta xizmetguzariyê di hemû waran de bike."

Wezîr Temîm bal kişand ser wê yekê ku proseya serjimêriyê wê heta derengiya şeva pêncşemê 21ê Mijdara 2024ê berdewam bike, Wezîrê Temîm bang li welatiyan kir ku hevkariya tîman bikin û zanyariyên rast bidin.