Bi serokatiya Wezîrê Plandananê sandeyek Iraqê serdana Misirê dike
PeyamaKurd – Bo hejmarak protokol bên îmzekirin û serdana projeyên girîng bikin, şandeyek Hikûmeta Iraqê, serdana Misirê dike.
Bi serokatiya Wezîrê Plandananê Xalîd Betal û bi endamtiya wezîrên tenduristiyê, bazirganî û pîşesaziyê ve, şande roja 09.12.2020ê serdana Qahirê dike.
Şandeya Iraqê ku sê rojan dê li Qahirê bimîne, 7 rêkeftin û protokolan dê li gel berpirsên Misrê îmza bikin, ku ew peyman û protokol taybet dibin derbarê projeyên hatine rawestandin carek din destpê bikin li Iraqê û hat zanîn ew peyman derbarê rewşenbîrî, zanistî, geşepêdan û kiştûkalî de ne.
Li gor rojnameya fermî ya Sebah a Iraqê diyar kir, wezîrên Iraqê di vê serdana xwe de, dê li gel hewtayên xwe yên Misrî bicivin û serdana hejmarek projeyên giring ên li Misirê jî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin