Wezîr Soylu: Di operasyona maddeyên hisbir de 7 ton zêde asetîk anhidrit ket dest

13 March 2021 01:50 0 dîtin
Wezîr Soylu: Di operasyona maddeyên hisbir de 7 ton zêde asetîk anhidrit ket dest

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wan li Colemêrgê 7 ton û 420 kîlo ava asetik anhîdrît xistine dest ku di hilberîna eroyînê de tê bikaranîn.

Suleyman Soylu di serhesabê xwe yê Twitterê de mijarê weha ragihand:

"Ez hêzên asayîşa Colemêrgê pîroz dikim. 7 ton û 420 kîlo ava asetik anhidrit ku dikarin pê 4 ton eroyînê çêbikin, xistine dest.”