Wezîrê Sûriya nû: Armanca me ew e komên çekdar û HSD bigihin rêkeftinekê

06 January 2025 18:55 0 dîtin
Wezîrê Sûriya nû: Armanca me ew e komên çekdar û HSD bigihin rêkeftinekê

PeyamaKurd - Wezîrekî hikûmeta nû ya Sûriyeyê li ser şerê navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike got, "Armanca me ew e ku di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (ANS) de bigihîjin rêkeftinekê."

Wezîrê Çandiniyê yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Mihemed El Ehmed ji Rûdawê re gotiye: "Em dixwazin bi rêya diyalogê di navbera HSD û komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de, li ser şêwaza rêveberiya nû bigihin rêkeftinekê, bi taybetî li herêmên nakok."

Ehmed diyar kiriye ku aloziya vê dawiyê ya di navbera herdu hêzan de, encama şerê demdirêj ê ku Sûriye pê re rû bi rû maye û neheqiyên rejîma Sûriyeyê ye ku çi li dijî Ereban û çi li dijî Kurdan pêk hatiye.

Ehmed destnîşan kiriye ku rêkeftineke nû bi her du aliyan re dê misogeriya rêveberiyeke yekane ji bo hemû axa Sûriyê be û dubare kir ku hikûmeta nû ya Şamê li dijî sîstema federalîzmê ye.