Wezîra bergiriyê ya Almanya Lambrecht ragihand: Em ê sîlihên nûh bisînin Ûkraynayê

15 September 2022 23:02 0 dîtin
Wezîra bergiriyê ya Almanya Lambrecht ragihand: Em ê sîlihên nûh bisînin Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezîra bergiriyê ya Almanya Christine Lambrecht ragihand ku wê Berlîn alîkariya Ûkraynayê bike. Di nav paketa alîkariyê de 2 heb roketavêjên pir aded yên MARS II û 200 heb roket hene. 50 heb Dingo alavên zirxî jî dê amade bikin û ew jî di nav paketa wan de ne.

Christine Lambrecht ragihandina xwe di konferansa Bundeswehrê de kir û got ku wê perwerdekarên sîlihan jî di meha êlûnê de dest bi perwerda operatorên Kîevê bikin. Wezîra her weha behsa 40 heb alavên şer yên Marderê kir ku yên şerê piyadane, wê bide Yûnanistanê û Yûnanistan jî wê 40 heb BMP-1 ê, di wextekî kurt de dewrî Ûkraynayê bike.