Wezîra Dadê ya Hollandayê, gihîst Hewlêrê

18 May 2022 15:44 0 dîtin
Wezîra Dadê ya Hollandayê, gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd-Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz Zegerius, gihîşt Hewlêrê. Wezîra ku di heman demê de bi eslê xwe Kurd e, ji aliyê Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Firset Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

 Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz Zegerius, îro serdana Hewlêrê kir. Wezîra ku bi eslê xwe ji Kurdên Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, îro ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive. Hat ragihandin ku ew ê li ser çend mijarên girîng ên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandê de nirxandin û guftûgo werin kirin.