Wezîra Kar û Karûbarên Civakî rexne li dezgehên fermî yên Silêmaniyê kir: Ti çaksazî bicih neanîne
PeyamaKurd - Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed rexne li dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê girt ku tevî fermana hatiye dayîn jî ti çaksazî ji bo rewşa keç û jinan nekirine.
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed di civîneke rojnamevanî de got, “Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çar caran li ser daxwaziya me nivîsar arasteyî fermangeh û dezgehên fermî yên yên girêdayî Wezareta Navxwe li Silêmaniyê kirine, ji bo ku zêrevan û çavdêriyan ji bo çaksaziyan dabîn bikin, lê ji bilî çaksaziya mezinan çi hêzên çavdêriyê ji bo çaksaziya jin û zarokan û zarokên siyasî nehatine dabînkirin.”
Kwêstan Mihemed diyar kir, “Mixabin li Silêmaniyê pabendî ferman û biryarên Wezareta Navxwe nebûn û bi cih neanîn. Ev di demekê de ye ku tenê li çaksaziya jinan me 61 sizadayî û çar girtî hene, lê me 17 hêzên bicihîner hene, vê yekê jî wesa kiriye ku li derveyê wê çaksaziyê çi zêrevan û hêzên ewlehiyê nebin.”
Kwêstan Mihemed da zanîn, “Me lijneya vekolînê ji bo lêpirsîna li ser xemsariya çavdêran pêk aniye, ji ber ku nedibû erkên xwe piştguh bixin. Her kesekî xemsar bûbe, bi piştrastî ve dê bi tundî bê sizadan.”
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî daxwaz ji dezgehên fermî yên Silêmaniyê yên girêdayî Wezareta Navxwe kir, ku kêmiya hejmara çavdêriyên çaksaziyê zêde bikin, ji ber ku eger neyên çareserkirin, bi piştrastî ve dozên revînê dê zêdetir rû bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin