Wezîrên kar û karûbarên civakî yên hikûmeta herêmê û Iraqê civiyan
PeyamaKurd – Îro Duşemê (23.09.2019) li Bexdayê her du wezîrên kar û karûbarên civakî yên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê civiyan û çend pirsekî taybet û peyvendîdar bi wan her du wezaretan ve girêdayî gotûbêj kirin.
Li gor zanyariyên berdest, şandeya wezareta kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Kuwêstan Mihemed de serdana Bexdayê kir û li gel wezîrê kar û karûbarên civakî yê hikûmeta Iraqê Basim Ebdulzeman û şandeya wezaretê re civiyan.
Rêveberê giştî yê çavdêriya civakî li Silêmaniyê ku li gel şandeyê ye Omer Gulpî ragihand: ‘"Armanca wê serdanê bi bingeh kirina xeta peyvendiyan e di navbera her du wezaretên kar û karûbarên civakî ye û gotûbêja wan pirsan hatin kirin ku navbera her du aliyan de hevbeş in û veguhestina ezmûnên kar e bo yek, vekirina dewre û beşdariya semîner û kongreyên navnetewî bo ku mafên herêma Kurdistanê vê derbarê de neyên binpê kirin e."
Herwiha diyar kir: "Civîn bo hemahengiya çavdêriya civakî û kesên xwedî pêwîstiyên taybet û alîkariyên civakî ne ku biryare piştre pêngav jibo wan bên avêtin, lê di rûniştina vê care de yekem bi bingeh kirina peyvendiyan û duyem jî veguhestina ezmûnên kar bo yek bû. Ji ber li hin waran de Bexda li pêş e û divê sûd jê em wergirin û gelek waran de jî herêma Kurdistanê li pêş e û divê bê veguhestin ji wan re, bi taybet di warên çavdêriya zarokên sêwî de."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin