Wezîrên 3 wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê têne guhertin
PeyamaKurd – Postên 3 wezaretên Hikûmeta Kurdistanê yên Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Herêma Kurdistanê ya bo Karûbarên Bexdayê têne guhertin.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî CVya 3 namzedên nû ji bo postên Wezareta Pêşmerge, Wezareta Ewqaf û Wezareta Karûbarên Bexdayê ji bo dengdan li ser wan bê kirin ji Parlamentoya Kurdistanê şand.
Cvya namzedên wezaretan piştî ku bigihe ber desteya Serokatiya Parlamentoyê, berî 48 demjimêran ji destpêkirina rûniştina parlamentoyê, dê ji bo parlameteran bê pêşkêşkirin dengdana baweriyê li ser wan bê kirin.
Tê çaverêkirin Rêbaz Bîrkutî li şûna Şoreş Îsmaîl weke Wezîrê Pêşmerge, Ehmed Kanî li şûna Piştîwan Sadiq weke Wezîrê Ewqafê û Ehmed Eskerî jî li şûna Xalid Şiwanî weke Wezîrê Karûbarên Bexdayê bên erkdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin