DYA: Hikûmeta Iraqê li herêmê hevkarekî girîng e

14 August 2024 09:03 0 dîtin
DYA: Hikûmeta Iraqê li herêmê hevkarekî girîng e

PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku hikûmeta Iraqê li herêmê hevkarekî girîng e.

Vedat Patel di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Iraqê hevkarekî girîng e li herêmê. Lê wekî ku me di paşerojê de gelek caran got, rola wan heye ku di berpirsiyar girtina hin ji van komên êrîşkar de bilîzin.”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYAyê diyar kir ku dema mijar dibe bila bibe, DYAyê ji bo berpirsyariyê bide wan ên ku hêzên wê dixin xeterê de, dudilî nemîne.

Patel derbarê hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken de jî got, "Li ser gelek mijarên herêmê axivîn."

Vedat Patel tekez kir ku wan ji bo aramkirina rewşê û nehiştina aloziyan peyameke zelal dane.