Wezîrê berê yê Sûriyê bi tohmeta gendelî û ajantiya Amerîkayê hate girtin

11 April 2023 18:36 0 dîtin
Wezîrê berê yê Sûriyê bi tohmeta gendelî û ajantiya Amerîkayê hate girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wezîrekî berê yê hikûmeta rejîma Sûriyê, bi tohmeta gendeliyê û sîxurtîya ji bo Amerîkayê hatiye girtin.

Rojnameya El Mudun a Lubnanê bi zarê çavkaniyekê ragihandiye: “Rejîma Sûriyeyê wezîrê berê yê Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran Emro Salim ji bo lêpirsîna li ser danûstandina bi îstîxbarata Amerîkayê re desteser kir. Di encama lêpirsînan de hat eşkerekirin ku têkiliya wî bi dozên gendelî û girêbestên biguman re heye.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed dawiya Adara borî li ser erka Salim biryarek der kiribû û li şûna wî birayê balyozê berê yê li Lubnanê Muhsin Ebdulkerîm erkdar kiribû. Dîsa Esed 4 wezîrên din ku wezîrê petrolê jî di nav de hebû, guherandibûn.

Hatiye diyarkirin ku di mala Salîm de nêzî 800 milyon dolar û 6 milyar lîreyê Sûriyeyê û 2 kîlo zêr hatine desteserkirin.

Cîgirê gerînendeyê Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyê Hesen Zerîf giştînameyek ji bo hemû deriyên sînor derxistiye ku sînor ji derketina derve ya malbata wezîr Salim re hatine qedexekirin.