Wezîrê Berevaniya Îtalyayê gihîst Hewlêrê

21 January 2020 21:12 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Îtalyayê gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini piştî serdana Bexdayê, bi serdaneke fermî îro êvarê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Guerînî di nav 25 rojên dawû de, cara duyem e ku serdana Kurdistanê dike.

Wezîrê Îtalî li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û hejmarek berpirsên sîyasî û serbazî yên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Îtalya yek ji wan welatên ji aliyê lojîstîkî ve alîkarîya hêzên Pêşmerge dike û beşdarê projeya rahênana Pêşmerge ye.

Guerînî 17ê Kanûna 2019an serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civîya bû û soza alîkariyên berdewam dabû.