Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê: Rûsya bi awayekî "hovane" li Ûkraynayê tevdigere
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken do diyar kir ku Rûsya bi awayekî "hovane" dixebite û dibe ku berpirsa tawanên şer be piştî vedîtina gorên girseyî li Ukraynayê.
Blinken da zanîn: “Ev tişt beşek ji çîrokeke berdewam a her cara Rûsya devereke Ukraynayê ya berê dagîr kiribû ji dest dide ye.”
Herwiha Blinken bang li Ukraynîyan kir ku belgekirina tawanan pêk bînin û got, divê muhasebekirin hebe.
Herî dawî Blinken destnîşan kir: “Di gelek mînakan de, ev kiryar digihêjin asta tawanên şer ku bi bawerîya min çarçoveya herî durist e ku mirov berê xwe bide vê yekê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin