Wezîrê Karên Derve yê Swêdê, çû Enqereyê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Swêdê, ji bo dan û stendinên dîplomatîk, derbasî paytexta Tirkiyeyê ya Enqereyê bûye.
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, ji bo ku bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re bicive, derbasî Enqeryê bûye.
Li gorî hat ragihandin, Billstrom di derbarê serdanê de gotiye ku
“Swêd û Tirkiye, xwedî têkiliyên dûvdirêj ên li ser bingeheke baş in û wekî hevkarên NATOyê, baştirkirin û kûrtirkirina van têkiliyan, dê hîn girîngtir be.”
Li gorî danezana ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swêdê ve hat belavkirin, Billstrom dê di serdana xwe ya Enqereyê de bi nûnerên Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) re jî bicive.
Her wiha hat ragihandin ku piştî hevdîtina herdu wezîran bi dawî bibe, dê bi rêya civîneke çapemeniyê daxuyaniyeke hevpar jî bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin