Wezîrê karên hundir: “29 kes jiyana xwe ji dest da”
PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li Buhira Garabêt a navçeya Miksê ev du care ku bi ser xelkê de aşîtên berfê tên û xelk di bin de dimîne. Duhî 5 kesên ku di bin aşîta berfê de mabûn wefat kiribûn, hinek hatibûn rizgarkirin û hinek di bin berfê de mabûn. Tîmên rizgarkirinê yên AFADê, yên cendirmeyan û ji xelkê gelek kes li deverê bo lêgerîna kesên di bin berfê de mabûn dikirin, cara duyem aşîta berfê bi ser wan de hat û 40 kes di bin berfê de man.
Piştî tîmên rizgarkirinê dibin berfê de man, vê carê xelk çû hawara wan û hinek ji wana rizgar kir lê mixabin yên ku canê xwe ji dest dan jî hebûn. Di mijara rêjeya miriyan de wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu ku îro ji herêma erdheja Xarpêtê derbasî Wanê bû, rêjeyê da û got ku li gor wextê siet 7 ê êvarê; 29 kes di bin aşîtên berfê de mane. Li gor şahidan jî 3 kes wenda ne.
Di dema ku aşîta duyem bi ser tîmên rizgarkirinê û xelkê de hatiye, şêwirmenda serokkomarê Tirkiyê ku berê parlementera bajarê Wanê bû Gulşen Orhan, bi sedema bûyerê çûbû ciyê bûyerê û ew jî kete bin aşîtê berfê. Gulşen Orhan birîndar tê rizgarkirin û wê dibin nexweşxaneya navçeya Şaxê (Çatak). Mudaxeleya yekem li wê derê têkirin.
Gulşen Orhan bi xwe ji Miksêye û ji maleka rewşendîr e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin